Collected Poems of James Joyce Sercem Şiren

Collected Poems of James Joyce

James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi'r û şa'iriya wî gelekî kêmtir hatiye naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên...
9786257253833
1223279
Collected Poems of James Joyce
Collected Poems of James Joyce
75.00

James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi'r û şa'iriya wî gelekî kêmtir hatiye naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên mezin be di edeba modêrn de. Lew re ji bilî hindê ku wî pêşiyê şi'r nivîsîne û her xwe şai'r zaniye, dirêje an berdewamiya têma û hêmayan û ya cihêrengiya cureyî û şêwazî heye ji şi'ra wî bo nava pexşana wî.

Lê belê cudatiyeke wan a xweşbextane jî heye – Joyceê ku bo nimûne di Ulyssesê de xwe li pişt bircên vegêraneke objektîv î bi mi'mariyeke şahane asê kiriye, di nav rêzên şi'ra xwe de mirovekî berdest e bi hez û awat û kerb û keserên xwe ve: Di tak-helbestên Erkê Pîroz (1904) û Gaz Ji Tifikekê (1914) de bi peyvbaziyeke sersûrker şerekî parodîk dike li gel nizama rewşenbîrî ya dewra xwe; di Ecce Puerê de li ber jidayikbûna neviyê xwe bendeke irfanî davêje ser çar nifşên bab û kuran yan jî ser hatî û çûyiyên dinyayê; di sêzdeh şi'rên epîsodî yên Pomes Penyeachê (1927) de bi kamiliyeke hêj narîntir hijmekariya xwe li ber nexşên dinya û fezayê dizikirîne; û, axirî di ser hemûyan re jî, di sî û şeş parçeyên mosîqayî yên Mosîqaya Jûrê (1907) de hestyariyeke şareza ya evîn û jînê bi peyv û awaz dike.

“Sercem Şi'rên James Joyce, berê çendîn salên kar û renca şa'ir û wergêrê emegdar Kawa Nemir, tevî pêşgotina Michael Patrick Gillespie û bi teqdîmeke berfireh û bi sedan têbîniyên raveker ên wergêrî, bi çapa duzimanî ya ingilîzî-kurdî, portreyekî hundermend ê wek şa'ir dikêşe bo xwînerên kurdîziman. Her wiha, wergera nayab a Nemir, bi hişyariya li ser hûrdekariyên peyvî û wateyî, bi raçavkirina aboriya deqî/tekstuel, û bi pabendiya bi deng û şêwazên guherbar ên şa'irî, berhemeke layîq e bo gewreyiya navê Joyce û bo zimanê Xanî.”

Ergîn Sertem

(Tanıtım Bülteninden)

Kitabın Özellikleri
Hamur Tipi:
2. Hamur
Stok Kodu:
9786257253833
Boyut:
13 x 19
Sayfa Sayısı:
240
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2022
Kapak Türü:
İnce Kapak
Dili:
Türkçe

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat