Ferheng Süleyman Yıldırım

Ferheng Someri - Kurdi & Kurdi - Someri

Pêwendî û tekiliya navbera Somerî û Kurdî çi qas heye?Pêmayînên Somerî yên ku Zimanê Somerî diyar bikin kêlikên ku bi nivîsa mîxî hatine nivîsîn in. Ev kêlik hatine xwendin û di derbarê Somerî de gelek zanînên berbiçav...
9786056225109
1024969
Ferheng
Ferheng Someri - Kurdi & Kurdi - Someri
13.00

Pêwendî û tekiliya navbera Somerî û Kurdî çi qas heye?

Pêmayînên Somerî yên ku Zimanê Somerî diyar bikin kêlikên ku bi nivîsa mîxî hatine nivîsîn in. Ev kêlik hatine xwendin û di derbarê Somerî de gelek zanînên berbiçav derxistine holê. Ev jî ji aliyê ziman ve hin nîşaneyan dide ber me. Li gorî van nîşaneyan têkiliya Somerî û zimanên Kurdistanî, yên mezopotamyayî, yên Rojhilata Navîn derdikeve holê. Her çi qas wekî ku ‘Kurd peyrewên Someriyan in' bê gotin jî ev wekî rastiyeke giştî hê nehatiye desdîqkirin. Di dîrokê de gelê ku pêşî nivîsê bi kar aniye Somerî ne. Wan bi navê “nivîsa mîxî”{Vî navî ji aliyê dîrokzanan ve hatiye danîn.} şêweyeke nivîsê bi kar anîne. Bi rêya kêlik û belgeyên dîrokî ev nivîsa mîxî hatiye dîtin û hatiye deşîfrekirin. di ser wê re zanînên li ser zimanê Somerî jî digihîjin ber destê me. Ku mirov behsa zimanê Someriyan bike; divê ku haya mirov ji nîqaş û gengeşiyên li ser Someriyan jî hebe. tirk bi piştrastkirina “Weqfa dîrokê ya tirkan” “lêkolîn”ên ku pêşkêş kirine; gotine ‘Somer ji asyaya navîn hatine û dibe ku koka wan ji tirkan be.' xwediyê vê angaştê ew kes in ku digotin “Kurd, tirkên çiyayî ne...” Li gorî wan 165 peyvên Somerî û yên tirkî yek in. ereb û hin “dîrokzan”ên ku bi sponsoriya pereyê ereban ê petrolê kar û lêkolînan dikin dibêjin; “Somerî ji miletên Samî ne û zimanê wan jî yek ji zimanên Samî ye.” Ji bo ku mirov bibêje; “Somerî aryanî ne û têkiliya wan bi gelên aryanî yên îroyîn re heye, divê ku hin nîşane û delîl di destê mirov de hebin. Ji bo ku mirov bibêje Kurd peyrewên Someriyan in; divê ku mirov du tiştan bigire dest. Yek jê hevpariya erdnîgariyê ye, ya din jî ziman e. peyvên hevpar rastiyek didin destê mirov. Lê ev jî bi temamî rastiyê nade ber destê mirov. Ji ber ku Somerî îro nemane, wekî gelê wendayî û zimanê Somerî jî wekî zimanekî mirî ye tu caran dê ev ew ê neyê tesdîqkirin. di ser van zanînan re rastiyeke giştî heye ku Somer xwedî mîrateke xurt in û ev mîrat ji bo hemû dinyayê ye, hemû civak ji vê mîratê sûd wergirtine. diviya bû ku berî her kesê, berî her civakî civaka Kurdan ji mîrata Someriyan sûd wergirtana. Ji lew re Somerî û Kurd hevparê heman erdnîgariyê ne, ango Kurdistanî ne...

Kitabın Özellikleri
Stok Kodu:
9786056225109
Boyut:
13.50x21.00
Sayfa Sayısı:
176
Basım Yeri:
Diyarbakır
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2011-06
Kapak Türü:
Ciltsiz
Kağıt Türü:
Şamua
Dili:
Kürtçe

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat