Deste Min Li Deste Te Digere Mehmet Tanrıkulu

Deste Min Li Deste te Digere

Berhevoka şi'rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, “Destê min li destê te digere” derket.Berken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje:“Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku...
9786052246788
1098974
Deste Min Li Deste te Digere
Deste Min Li Deste te Digere
45.00

Berhevoka şi'rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, “Destê min li destê te digere” derket.


Berken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje:“Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan.


Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman, duruv, teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.


Mem Ronga, bi helbestên xwe, ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan, xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran, bilindragirtina heysiyeta insanî û “bîra me ya nîvxilmaşî” li hin reng û deng û nexşên, ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin, diwarqilîne.”



(Tanıtım Bülteninden)


Kitabın Özellikleri
Hamur Tipi:
2. Hamur
Stok Kodu:
9786052246788
Boyut:
13,5 x 21
Sayfa Sayısı:
96
Basım Yeri:
İstanbul
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2020
Kapak Türü:
İnce Kapak
Kağıt Türü:
2. Hamur
Dili:
Kürtçe

Berhevoka şi'rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, “Destê min li destê te digere” derket.


Berken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje:“Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan.


Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman, duruv, teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.


Mem Ronga, bi helbestên xwe, ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan, xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran, bilindragirtina heysiyeta insanî û “bîra me ya nîvxilmaşî” li hin reng û deng û nexşên, ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin, diwarqilîne.”



(Tanıtım Bülteninden)


Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat